الخميس، 29 نوفمبر 2012

0 Xetîra şoreşeke bê nav

Xetîra şoreşeke bê nav

Ronî ELÎ

Çivîkên şareza
Li ser 
Landika dergûşekî
Hêlûna civateke şerpeze
Bi govdeyê " Bo IZÊZÎ"
Û xemla "Xetîra min"
Hûnand …
Rist ..
Û xembar kir

Peyama xewnên razayî
Bi guleyên nerm û germ
Hestên dîlbereke dilşikestî
Mendalekî li sere çateriyan
Şoreşgerekî bê name
Di binê bîreke miçiqî de
Tengijand
Û bi xwîna "Xetîra min"
Mişt û lal kir

Berbûyên asoya dest bihene
Di kolanên Qamişlo de
Bûka çavkildayî
Bi dabesta "Xetîra min"
Li ser taca padîşahê wêranê
Bi siloganên
" Xetîra azadiyê"
Ji lavlavên belengazan re
Xelat kirin

Şemalên buhareke vemitî
Fîxanên bilbilekî bêzar
Ahînên jineke bê ber
Di sînga "Xetîra min" de
Tîrêja envînekê bilind kir
Sirûda nêrgiz û narînan
Di devê dildaran de keland
Qîrîna miletekî vejand
"Xetîra min" namire … namire

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق